Xelata Mafê Mirovan, Aştî û Demokrasiyê dan Dayikên Şemiyê 2019-05-24 09:58:18   STENBOL - Odeya Tabîbên Stenbolê Xelata Mafê Mirovan, Aştî û Demokrasiyê dan Dayikên Şemiyê.   Odeya Tabîbên Stenbolê (ÎTO) ‘Xelata Mafê Mirovan, Aştî û Demokrasiyê û Merasîma Bîranînê’ ku her salê ji bo bîranîna bijîşka diranan Sevînç Ozguner hat lidarxistin. Merasîma xelatê ya li Şaxa Cagaloglûyê hat kirin, Dayikên Şemiyê, bijîşk û gelek kes amade bûn. Îsal Xelata mafê Mirovan, Aştî û Demokrasiyê dan Dayikên Şemiyê.