Leyla Guven wêneyê girtiyên bi wan re dima parve kir 2019-05-24 09:40:52     AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ku di greva birçîbûnê de ye, ji ser hesabê xwe yê Twitterê weneyê girtiyên jin ên ku bi wan re li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Amedê dima parve kir. Leylayê got:"Hêviya di çavên hevalên me yên li Zindana Amedê di grevê de ne temînata azadiyê ye."   Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Leyla Guven li Girtîgeha Tipa E ya Amedê dest bi grevê kir û piştî tahiliyeyê li malê dewam kir. Niha Leyla 198 roj in di greva birçîbûnê de ye.    Leyla do li ser hesabê xwe yê twitterê weneyê girtiyên jin ên ku bi wan re li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Amedê dima parve kir. Leylayê got:"Hêviya di çavên hevalên me yên li Zindana Amedê di grevê de ne temînata azadiyê ye."