Dayikên Aştiyê çûn serdana Navenda Giştî ya DBP'ê 2019-05-07 16:58:36   AMED - Dayikên Aştiyê yên ku zarokên wan di greva birçîbûnê de ne, çûn serdana Navenda Giştî ya DBP'ê û daxwazên xwe ji Hevserokê DBP'ê Mehmet Arslan re ragihandin.   Çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdê di 8'ê Mijdara 2018'an de da destpêkirin di roja 181'emîn de berdewam dike.  Piştî Leylayê çalakiya ku ji aliyê 7 hezar girtî ve hat destpêkirin jî didome û ji van girtiyan 15'yên wan jî asta çalakiya xwe zêde kirin û dest bi rojiya mirinê kirin. Çalakiya girtiyên di rojiya mirinê de jî di roja 8'emîn de berdewam dike. Dayikên Aştiyê ku zarokên wan di greva birçîbûnê de ne serdana Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) kirin.  Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Raîfe Ozbey diyar kir ku dirûşmeke dayikan heye û got ku daxwaza dayikan ew e ku mirin pêk neyê û dayik negirîn.    'Fikarên me zêde dibin'   Raîfe Ozbey diyar kir ku bêdengî wan ditirsîne û wiha got: “Fikarên me zêde dibin. Li girtîgehên Tirkiyeyê zarokên me di greva birçîbûnê de ne. Rojiya mirinê ya 15 girtiyan jî 8 rojan li pey xwe hişt. Em dayik bi nşev ranazên. Heke cîranê te birçî razê, têrbûna te ne durist e. Îro zarokên me birçîbin, fikar in me jî mezin in. Herkes li gorî xwe divê tiştekî bike.”    'Dayikên me heta dawî li ber xwe didin'   Hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan jî destnîşan kir ku hevdîtina parêzaran a bi Ocalan re di encama têkoşîna dayikan de pêk hatiye û ev tişt anî ziman: “Dayikên me heta kêliya dawî jî ji qadan veneqetiyan. Ji eksa faşîzm û zilmê re qadan terk nekirin. Em bejna xwe li ber têkoşîna dayikên xwe ditewînin. Bila dilê dayikên me rihet be, dê ev têkoşîn teqez bi serkeftinê bi dawî bibe. Yên ku qezenç bike dê têkoşer, zarokên we û hûnê bin.”   'Sebera me nema'   Mehmet Arslan da zanîn ku girtiyên di greva birçîbûn û rojiya mirinê de ne jiyana wan di talûkê de ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tehamûla me nemaye, heta ku tecrîda li ser Ocalan ranebe dê ev têkoşîn bidome. Ji bo ku cenazeyê zarokên me ji girtîgehan dernakeve divê herkes li dora têkoşîna dayikan bibe kêlûn. Têkoşîna dayikan pir bi qîmet e. Têkoşîna dayikên me ku li hemberî zilm û pêkanînên faşîzmê pêngavek paş de gav navêje dê teqez bi serkeftinê bi dawî bibe.”