Parlamenterên di grevê de: Ya ku ji îktidarê tê hêvîkirin, rakirina tecrîdê ya mayinde ye 2019-05-07 16:21:27   AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ku di grevê de û parlamenterên di grevê de, Dersim Dag, Tayip Temel, Murat Sarisac derbarê hevdîtina parêzeran a bi Abdullah Ocalan re axivîn û gotin:"Niha karê herî girîng ê ku ji îktidarê tê hêvîkirin, rakirina tecrîdê ya mayinde ye. Divê ev ji civakê re bê ragihandin."   Çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 181'emîn de didomîne.  Berxwedana Endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nasir Yagiz di roja 168'emîn de, li Strasbourgê ya 14 çalakgeran û li Galler Îmam Şîş jî di roja 142'emîn didome. Çalakiya girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê ku koma ewil ji 16'ê kanûna 2018'an ve dabû destpêkirin 143 roj in berdewam dike. Piştî 1'ê Adarê bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 67'an de berdewam dike. Ji ber ku gav nehatin avêtin, di 30'ê Nîsanê de 15 girtiyan dest bi rojiya mirinê kirin.    Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 6'ê Gulanê de li Stenbolê daxuyanî dan û diyar kirin ku wan di 2'ê Gulanê de bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re piştî 8 salan hevdîtin pêk anîye. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û Parlamenterên HDP'ê Dersim Dag, Tayip Temel û Murat Sarisaç ku di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne têkildarî hevdîtina Parêzeran a bi Ocalan re daxuyaniyek nivîskî weşandin.     Parlamenteran di daxuyaniyê de diyar kir ku hevdîtina piştî 8 salan a Ocalan bi parêzerên xwe re kiriye girîng û dîrokî ye û wiha gotin: “Lê ev pirs jî anî aqilan ‘Em li welatekî çawa dijîn ku hevdîtina parêzeran bi awayekî keyfî û li dijî hiqûqê tê asteng kirin ji ber hevdîtina parêzaran carekê pêk hat em kêfxweş dibin?' Raste em hem kêfxweş û hem xemgîn in. Ji ber ku ji bo hevditin pêk bên bi mehan e beden dihilin. 8 mirovên ciwan jiyana xwe ji dest dan. Ji bo hevdîtin pêk bê her roj dayikên me bi erdê re tên kaşkirin. Ji bo ev hevdîtin pêk bê li hezaran malan 6 mehin xwarin di beroşê de nakele. Ji bo dewlet li gorî qanûn û hiqûqa xwe tev bigere û zagon ji bo her kesî wek hev bin."      Parlamenteran bal kişand ser peyama Ocalan a “Di vê pêvajoya dîrokî de pêwîstî bi lihevkirineke kûr a civakî heye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan, pêwîstiyeke xurt bi rêbazeke danûstandinên demokratîk heye, ya dûrî çanda dijberbûn û şer. Em dikarin pirsgirêkên Tirkiyeyê û yên herêmê, ne bi şer û amûrên şîdeta fîzîkî, lê bi hêza nerm, yanî bi hêza aqil, polîtîk û çandî çareser bikin" û wiha berdewam kir: "Ji bo peyamên wekî vê yekê girîng bigêjin gel û cemaweriye em têdikoşin. Ger ku bi temamî tecrîd bi dawî bibe, pir aşkere ye ku Birêz Ocalan ji bo herêmê û welat karibe piştgiriyek girîng bide demokratikbûn û çarseriya Tirkiyeyê divê tevrîd bi dawî bibe.     Heta ku bi temamî bawerî û mîsogeriya rakirina tecrîda li Îmraliyê didome neyê dayîn, ev hevdîtina bi Birêz Ocalan re hatiye kirin, bi fikare ku ji bo demekê destê hikûmetê rehed bike hatiye kirin pêş dixe. Ji ber vê yekê berxwedana me bi biryardarî berdewam dike.     Niha karê herî zêde ji hikûmet û îktîdarê tê payin divê berî her tiştî ji raya giştî re aşkere bike ku bi temamî tecrîd rakiriye û ewlehiya vê yekê bide. Daxuyaniyek bi vî rengî wê piştgiriyek mezin bide demokratîkbûna Tirkiyeyê. Di heman demê de wê bibe sedema gavek ku dawî li grevê bê."