Kevana Zêrîn ji bo dawîbûna dibistanan li Kobanê şahî li dar xist 2019-05-07 15:32:01   KOBANÊ - Bi munasebeta dawiya salê li dibistanên Kobanê, Tevgera Kevana Zêrîn ji bo mamoste û şagirtan şahî li dar xist.   Bi tevlîbûna bi dehan şagirt û mamosteyên gundê Minazê yê li Rojavayê Kobanê, tevgera Kevana Zêrîn bi boneya bidawîbûna serdema duyemîn ji bo dibistanan şahî li dar xist.   Şahiyê ji bo bîranîna cangoriyê azadiyê bi deqek rêzgirtin dest pê kir, paşê endamê rêveberiya giştî ya dibistanan Aras Abdilrehman di derbarê dawîbûna dibistanan de axaftin kir.    Piştre koma kevana zêrîn ya govendê a Ş.Rêvana, koma stranan a Ş.Barîn û stranbêj Silava Bozan çalakiyên xwe pêşkêş kirin.   Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.   Hêjayî gotinê ye ku wê ev çalakî heta 9'ê Gulanê li navçe û bajarên Kantona Kobanê bidome.