'Ji bo zarokên me nemirin em ê her tiştî bikin' 2019-05-07 14:27:37   AMED - Malbatên ku ji bo hevdîtinê çûn Girtîgeha Tîpa D a Amedê piştî hevdîtinê dirûşme berz kirin û meşiyan. Malbatan bang lği Wezareta Edaletê kirin û gotin: " Ji bo zarokên me nemirin em ê her tiştî bikin. Hûn jî peywira xwe bi cih bînin."   Rewşa girtiyên ji bo rakirina tecrîdê di greva birçîbûnê de her ku diçe xirab dibe. Malbatên ku ji bo hevdîtinê çûn Girtîgeha Tîpa D a Amedê piştî hevdîtinê dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan","Leyla Guven rûmeta me ye","Em serê hildin û bi ser bikevin" berz kirin û meşiyan.    'Bila wezareta edaletê peywira xwe bi cih bîne'   Piştî hevdîtinê xizmên girtiyan bertek nîşanî bêdengiya dewletê dan. Malbatan anîn ziman ku rewşa zarokên wan xirab  e û gotin:"Zarokên me têkoşînek bi rûmet didin. Ew dixwazin aştî pêk bê û tecrîd bi dawî bibe. Ger tiştek bi zarokên me bê dê AKP hesabê vî tiştî bide. Bila wezareta edaletê peywira xwe bi cih bîne. Zarokên me her roj dihelin. Her ku em diçin bêtir kîlo didin. Dema dimeşin zehmetiyê dikşînin û tansiyonê wan dikeve. Ji bo zarokên me jiyana xwe ji dest nedin em ê her tiştî bikin. Kesek nikarin dayikan bide sekinandin."   Piştre çalakî bi tilîlî û bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.