Li ber deriyê şaredariya Mêrdînê polîs hatin bicihkirin 2019-05-07 13:06:44   MÊRDÎN - Wezareta Karên Hundir, li ber deriyê avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya HDP'ê polîs bi cih kirin. Polîsên li pêş şaredariyê bi cih bûn, ketin û dertetinê kontrol dike û li ser welatiyan lêgerîn dike.    Di hilbijartina 31'ê Adarê de, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Mêrdinê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bi dest xist û ji destê qeyûm derxist. Piştî HDP'ê şaredarî bi dest xist û dest bi xebatê kirin, Wezareta Karên Hundir li pêş deriyê avahiya şaredariyê polîs bi cih kirin. Polîs welatiyan di cîhaza X-ray re derbas dikin û li ser wan lêgerîn dikin. Rojnamegerên ku xwestin dîmenan li dora avahiyê bikişînin jî gotin 'Ferman heye" û destûr nedan ku rojnameger dîmenan bikişînin.