Parêzerên Abdullah Ocalan pêre hevdîtin kirin 2019-05-06 12:42:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzerên buroya Hiqûqê ya Asrînê bi daxuyaniya ku dan diyar kirin ku wan bi Abdullah Ocalan re di 2'yê Gulanê de hevdîtin kirine.   Daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Asrinê ku da wiha ye: “Di 2’yê Gulanê de li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê bi Miwekîlê me Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk hatiye. Têkildarî vê hevdîtinê em ê saet di 15.00’an de li Otela Taksîm Hill civîna çapemeniyê li dar bixin û daxuyanî bidin çapemeniyê. Em hemû kedkarên çapemeniyê vedixwînin civîna xwe. Dê piştî daxuyaniyê pirsên bên kirin neyên bersivandin.”