‘Ji bo em zindanên faşîzmê vala bikin em ê li qadan bibin yek’ 2019-05-03 09:27:31   ÎZMÎR - Hatîce Tel ya bi wêneyên kesên di komkujiya Gara Trînê ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan tevlî mîtînga 1’ê Gulanê ya li Qada Gundogdu pêk hat bû, wiha got: “Peywira dikeve ser milê şoreşgeran yekitî ye. Em ê ne li zindanên faşîzmê, li qadan bibin yek ku em zindanan vala bikin.”    Di 10’ê Cotmeha 2015’an de li Gara Trînê ya Enqereyê ji aliyê DAIŞ’ê ve komkujî pêk hat û 103 kesî jiyana xwe ji dest dabû.  Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10’ê Comtehê ji bo ji kujeran hesab bê pirsîn hat avakirin û rojek berî di mîtînga 1’ê Gulanê ya li Qada Gundogdu ya Îzmîrê cihê xwe girt.  Endamên bi pankarta ‘Me 10’ê cotmehê ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin’ ketin qadê.  Hatîce Tel ku hevala Îsmaîl Kizilçay ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku wek her mîtîngê hevalên xwe dîsa anîne qadê.    ‘Ji qada cemawerî nehat darizandin’   Hatîceyê bi lêv kir ku ew di her çalakî û 1’ê Gulanê de kesên di 10’ê cotmehê de jiyana xwe ji dest dane tînin qadan û berpirsyariya xwe tînin cih û got: “Em ê her tim bi rêhevalên xwe re li qadan bin. Wek hemû dozan di doza komkujiyê de jî şano tê lîstin. Derdê me ev e ku berpirsan bînin salonê, lê doz bi çend pîyonan meşandin. Wan jî ji xwe ceza negirtin. Em her tim dibêjin. Em dizanin kujer kî ne. Wan polîsan wê rojê gaz bi ser canên me de vala kirin.  Wezîrê demî yê karê hundir Efkan Ala nehat darizandin. Ji qada cemawerî kes nehat darizandin. Berpirsên esas cemawerî ye.”   Hatîceyê daxuyakirin ku ew ji bo welatekî azad, demokratîk û xweşiktir hatine qadê û divê ji  bo welatekî bê şer û bê mêtîngerî têkoşîn bê dayîn û wiha dawî lê anî: “Komkujiyên Enqere, Amed, Pirsûs û Reyhaliyê ji hev cuda nînin.  Ev êrîş li dijî demokrasî û azadiyê hatine kirin.  Peywira şoreşgeran yekitî ye. Divê li dijî faşîzmê yekitî bê avakirin. Çawa wan bi hev girtiye divê em jî bi hev bigirin. Divê em hev biparêzin. Em ne li zindanên faşîzmê li qadan bên cem hev ku zindanan vala bikin.”