Jinên Qamişloyê: Em her li dijî desthilatdaran têbikoşin 2019-05-03 09:03:44   Şêrîn Zêrevan   QAMIŞLO - Jinên Qamişloyê derbarê lêkirina dîwarê ku dewleta Tirk li Efrînê lê kir bertekên xwe nîşan dan û gotin: "Efrîn ya Efrîniya ye û wê ya wan bimîne."    Piştî ku dewleta Tirk û komên girêdayî wê êrîşî Efrînê kirin şûnde gelê Efrînê li Şehbayê bi cih bûn. Niha jî dewleta Tirk sînor di navbera Efrîn û Şehbayê de ava dike, da ku Efrînê ji xaka Sûriyeyê parçe bike. Derbarê mijarê de jinên Qamişloyê bertekên xwe nîşan dan û lêkirina sînor bi tund şermezar kirin.   'Em ê ji bo axa xwe her dem têbikoşin'   Emîna Mihemed bal kişand li ser kiriyarên dewleta Tirk ên li ser gelê Efrînê û wiha got: "Em wek gelê kurd bi yek dengî her roj bi çalakîyan van kiriyarên dewleta Tirk şermezar bikin, dagirkeriyê wê têk biçe, tu carî em wek jin qebûl nakin ku jinên Efrînê dûrî xaka xwe bimînin. Em ê her tiştî bikin heta jinên Efrînê vegerin ser axa xwe. Em ê ji bo axa xwe her dem têbikoşin."   'Divê em bi têkoşîna xwe serkeftinê mayinde bikin'   Emînayê lêkirina dîwarên dewleta Tirk ê li Efrînê şermezar kir û got: "Em parçekirinê qebûl nakin. Efrîn ya gelê Efrînê ye. Êdî bes e ji bêdengiya dewletên navnetewî re, bes e ji berjewendî û tevliheviyê re. Bila her kes ber saziyên mafên mirovan bi erkê xweyî mirovî rabin. Divê em bi têkoşîna xwe serkeftinê mayinde bikin."   'Em wek jin amade ne ku berxwedana xwe heta kêliya dawî bidomînin'   Kamila Ehmed jî ev tişt got: "Li pêşiya çavê cîhanê bi giştî Efrîn hat dagirkirin. Hemû dewlet jî xwe bêdeng kirin û kiryarên dewleta Tir li ser gel didomin. Em wek jin amade ne ku berxwedana xwe heta kêliya dawî bidomînin, heta Efrîn rizgar bibe. Sînor nikarin gelê Efrînê ji xaka wê qut bikin, em ê Efrînê rizgar bikin. Em her li dijî desthilatdaran têbikoşin."