Çalakiya rûniştina dayikên girtiyan îro bi dawî bû 2019-05-02 16:52:09   AMED - Dayikên girtiyan li dijî tecrîdê û her wiha ji bo piştgiriyê bidin greva birçîbûnê dest bi çalakiya rûniştinê kirin û dayikan îro dawî li çalakiya xwe anîn.    Li Amedê dayikên girtiyan ên li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, çalakiya rûniştinê hat destpêkirin. Polîsan mudaxeleyî çalakiya dayikan a li Parka Koşuyolu kirin û destûr nedan dayikan. Tevî hemû astengiyên polîsan jî dayikan xwest li parkê kom bibin. Di rageşiya navbera dayik û polîsan de ciwanek endamê Ciwanê HDP’ê bi lêdanê hat binçavkirin. Polîsan pihîn li rojnamegereke jin jî xistin û destûr nedan dîmenan bikişîne.    Li ser astengiya polîsan, dayik derbasî avahiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY DER) bûn. Polîsan vê carê jî nehişt ku dayik bi komî bi hev bimeşin û wan ji hev qetand. Dayikan li ber avahiya TUAY-DER’ê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. Dayikan piştî du saet rûniştin dawî li bernameya xwe ya îro anîn.