Li Wargeha Şehît Rûstem Cûdî ji bo Uğur Şakar daxuyanî hat dayîn 2019-03-23 12:58:28   MEXMÛR - Li Wargeha Şehît Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo  Uğur Şakar ê ku li hemberî tecrita girankirî a li ser Rêbere PKK' ê Abdullah Ocalan, di 20 ê Sibatê de bedena xwe dabû ber agir û jiyana xwe dest da daxuyanî hat dayîn.   Li Wargeha Şehît Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo Uğur Şakar ê ku li hemberî tecrita girankirî a li ser Rêbere PKK' ê Abdullah Ocalan, di 20 Sibatê de bedena xwe dabû ber agir û jiyana xwe dest da daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji bo tevahiya Şehîdên Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.   Pîştî rêzgirtinê li ser navê Endamê Rêveberiya Meclisa Gel a Wargehê Mehmut Zêwkî daxuyanî hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “ Ugur Şakar ji bo tecrîta girankirî a li ser Rêber Apo ev çalakî pêk anî. Çalakîya Uğur Şakar jî  weke çalakiya Mazlum Dogan e. Uğur Şakar û Zûlkûf Gezen, çalakiyên grevên birçîbûnê a ku di pêşengiya Leyla Guven û Nasir Yagiz de dest pê kir gîhaştandin lûtkeya herî bilind. Uğur Şakar  weke welatparezekî tecrîta li ser Rêber Apo qebûl nekir û bedana xwe da ber agir. Çalakiya Uğur Şakar ji bo desthiladaran û kesên bêdeng re weke peyamekê ye.”   Zêwkî di dawiya axaftina xwe de ji bo tevahiya gelê Kurd bang kir û got: “ Em pêwîst e çalakiya Uğur Şakar û Zulkuf Gezen ji bo xwe bikin hêzek mezin û li hemberî zordaran tekoşîna xwe mezin bikin.”   Daxuyanî bi diruşmeyên “Bîjî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Şehît Namirin” bi dawî bû.