Li Cizîrê xebatên hilbijartinê didomin 2019-02-23 16:38:04   ŞIRNEX - Li Cizîra ku xebatên hilbijartinê yên HDP'ê bi lez û bez didomin îro serdana esnafan hat kirin.    Ji hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê re demek hindik ma. Xebatên HDP'ê yên ji bo hilbijartinê didomin. Îro HDP'ê serdana esnafên Navçeya Cizîrê ya Şirnexê kir. Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmir, Namzetên Hevserokatiya Şaredariya Cizîrê Mehmet Zirig û Bêrîvan Kutlu, Rêveberên Navçeyê yên DBP'ê jî beşdarî serdana esnafan bû.    Gelê Cizîrê namzetên hevserokatiyê ya şaredariyê yê HDP'ê bi coş pêşwazî kir   Girseya ku serdana esnafan kir bi eleqeyek mezin rû bi rû man. Esnafan daxwaza serkeftinê ji bo namzetan kir.    Li Şirnexê serdana malbatan   Gel namzetan û girseya ku hat serdana wan bi tililîyan pêşwazî kir. Tevî Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş û rêveberên HDP'ê heyetek çê serdana malbatan jî.