Çalakiya greva birçîbûnê ya Mexmûrê ji aliyê koma 24'emîn dewir hat girtin 2019-02-23 11:57:27   MEXMÛR - Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr)  ji 16’ê Kanunê  şûndetir grevên birçîbûnê  yên ku di pêşengtiya Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven de ji bo tecrîta girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe hatibû destpêkirin bi biryarî didomin. Îro jî koma 24’emîn li  Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr)  çalakiya greva birçîbûnê dewir girtin.    Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr)  ji 16’ê Kanunê  şûndetir grevên birçîbûnê  yên ku di pêşengtiya Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven de ji bo tecrîta girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe hatibû destpêkirin bi biryarî didomin. Îro jî koma 24’emîn li  Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr)  çalakiya greva birçîbûnê dewir girtin.    Çalakî ji bo tevahiya cangoriyên azadiyê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Fadîle Tok a Endama Koordînasyona Meclisa Îştarê ku  ev 35 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye got:"   Ji nava dilê 12 hezar penaberên azadiyê yên Wargeha Şehît Rûstem Cûdî em Rêber Apo slav dikin. Uğur Şakar agir berda hişmendiya dewleta faşist a Tirk û hevkarê wê dewleta Almanyayê. Di pêşengiya Leyla Guven de gelê Kurd qîr dike lê ev pergala bê wîjdan dengê me nabihîse. Me çira xwe ya azadiyê hilgirtiye û me berê xwe daye Îmraliyê. Em ê di tarîtiyê de derbikevin û şewqa Rêber Apo wê bide çar parçeyên Kurdistanê. Ew dewletên zilmkar ew ê negihêjin armanca xwe."    Li ser navê gruba 23’an a çalakiyê jî Dr. Medya Alman axivî û  balkişand li ser bibiryariya  çalakiyan û wiha got: "Ji Kurdistanê heta Ewropayê gelê me di nava çalakiyan de ye. Leyla Guven ev pêvajo rast xwend. Rêber Apo xwedî projeya aşîtî û aramiya Rojhilata Navîn e ji ber wê jî tecrît kirina Rêber Apo tecrît kirina mirovahiyê ye. Em jî dibêjin heta ku tecrîta li ser Rêberê me ranebe wê tekoşîna me  berdewam bike."   Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “ Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.