Li Serêkaniya ji 7 bersûcên îstismara zayendî 5 jê hatin girtin 2019-02-22 10:40:30   RIHA - Li Serêkaniyê tevî esnaf û memûr jî di nav de ji heft mêrên ku li dijî zarokê 14 salî îstismar pêk anîbûn 5 jê hatin girtin.    Li Navçeya Serêkaniya Rihayê zarokê 14 salî bûyera îstismara zayendî ya ku li wî hatibû kirin ji malbata xwe re gotibû û li ser vê yekê 7 mêrên ku memûr û esnaf jî di nav de hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeya li Dozgeriya Komarê ya Serêkaniyê 7 bersûc sewqî edliyeyê hatibûn kirin. Ji bersûcan H.İ., F.Ç., F.Ö., M.Y. û İ.E ji aliyê dadgeha nobedar ve hatin girtin.    Hat hînbûn ku zarokê ku îfadeya wî bi alîkariya derûnnas û pisporên xizmetên civakî hat girtin, ew ê ji aliyê dewletê bê parastin.