Li Gundikê Melê şewat derket 2025-08-03 15:56:32     ŞIRNEX - Li bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê ji ber sedemek nayê zanîn şewat derte. Mûdaxaleya şewatê didome.    Li çoltera bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê ji ber sedemek nayê zanîn şewat derket. Her ku diçe şewat zêde dibe û ekîbên agirkujiyê yên Şaredariya Gundikê Melê û ekîbên Daîreya Taybet a Bajar ji hewa û erdê mudaxaleyî şewatê dikin. Mudaxaleya li hemberî şewatê didome.