Dayikên Aştiyê: Aştiyeke mayînde û bi rûmet divê
- 09:04 9 Tebax 2026
- Rojane
ÊLIH - Dayikên Aştiyê yên li Êlihê derbarê Qanûna Çareseriyê de nêrînên xwe anîn ziman gotin: "Em azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazin û her wiha divê aştiyeke bi rûmet û mayînde pêk bê."
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku nêzî 2 sal in rojeva sereke ya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi qanûna çarçoveyî derbasî merhaleyeke nû bû. Qanûna Çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” ji aliyê AKP'ê û MHP'ê ve ji Serokiya Meclise re hat pêşkeşkirin. Bi qanûna çarçoveyî di dîrokê de cara yekem pirsgirêka Kurd ne di çarçoveya ewlehiyê de lê di çarçoveya hiqûqê de hat nirxandin.
Qanûna Çarçoveyî ji aliyê DEM Partî û CHP'ê ve jî hat îmzekirin. Qanûn ji Komîsyona Edaletê re hat şandin û tê payîn roja yekşemê ango sibê di Desteya Giştî ya Meclise de bibe qanûn. Ji bo qanûna çarçoveyî meclisê xebatên xwe careke din dirêj kir û dê heta 7-11ê Tebaxê bixebite.
Pêvajo ji hêla rayagiştî ve nêz ve tê şopandin. Dayikên Aştiyê yên li Êlihê derbarê pêvajoyê de hest û ramanên xwe anîn ziman.
Dayikên Aştiyê, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û da zanîn ku heke aştiyek pêk bê divê aştiyêke bi rûmet û mayînde be.







