Newroza Şirnexê bi govendê dest pê kir

  • 11:39 23 Adar 2026
  • Rojane
 
ŞIRNEX -Li Şirnexê, jinan ji bo pîrozbahiya Newrozê qad tijî kirin û li ber stranên gelêrî yên Botanê govend gerandin.
 
Pîrozbahiya Newrozê li navenda Şirnexê bi dirûşma "Newroza Azadî û Demokrasiyê", "Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk" tê lidarxistin. Jinan bi cilên neteweyî qada Newrozê tijî kirin û govend gerandin. Qada pîrozbahiyê ya li taxa Bahçelievler bi alên sor, kesk û zer û pankartên bi dirûşmên "Newroz pîroz be" hate xemilandin.
 
 
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogulları û Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskin Bayındir beşdarî pîrozbahiyê dibin.
 
Hûrguliyên din dê piştre bên...