Ji Meclisa Jinan a DBP’ê deklarasyona 8'ê Adarê 2026-02-20 13:06:25   MÛŞ - Meclisa Jinan a DBP’ê di deklarasyona 8’ê Adarê de got: “8’ê Adarê ji bo me jinan roja têkoşînê ye; îlankirina îradeya avakirina jiyaneke nû ye. Bi hêza rêxistinkirî ya jinan re em ê teqez jiyaneke wekhev, azad û demokratîk ava bikin.”     Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), bi beşdariya Hevseroka Giştî Çîgdem Kiliçgun Uçarê û bi dirûşma “Ji jina azad ber bi civaka demokratîk ve” deklarasyona 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê aşkera kir. Daxuyanî, li avahiya Rêxistina DBP’ê ya Mûşê hate dayin. Kurdiya deklarasyonê ji hêla Berdevka Meclisa Jinan Bêrîvan Bahçecî ve hate xwendin.    Di daxuyaniyê de hate gotin ku ewpêvajoya 8’ê Adarê ya ku bi dirûşma “Bi jina azad re ber bi civaka demokratîk ve” dest pê kir, bi biryardarî didomînin. Di berdewamê de wiha hate gotin:    “Piştî ku jinên karker ên tesktîlê ji ber daxwaza heqê wekhev û şert û mercên mirovî anîn ziman, bi vê armancê li ber xwe dan, di sala 1857’an de li New York’ê hatin qetilkirin, bi armanca mezinkirina têkoşîna jinên karker, di Enternasyonala Duyem de 8’ê Adarê wek Roja Jinên Karker ên Cîhanê hat îlankirin. Ji wê rojê şûnde 8’ê Adarê ne tenê wek bîranînê, li dijî dagirkerî, şer û neheqiyên feraseta serdest a zilaman wek rojeke dîrokî ya mezinkirina têkoşînê jinan tê pêşwazîkirin. Jinên ku li her deverên cîhanê dadikevin qadan, bi armanca wekhevî, azadî, edalet û aştiyê daxwaza xwe ya jiyaneke nû tînin ziman û bi hêza xwe ya rêxistinkirî dengê xwe bilind dikin.    Ked û berdelên hezar salan   Wek Meclisa jinan a Partiya Herêmên Demokratîk, em 8’ê Adarê wek rojeke dîrokî ya bîranînê nabînin. Ev roj di heman demê de ked û berdelên hezar salan ên jinan, mîrasa berxwedana pêşengên me jinan, asta rêxistinbûyîna me, herî taybet jî îdiaya me ya paradîgmaya civaka demokratîk, jiyana ekolojîk û jina azad radixe ber çavan. Bi van taybetiyên xwe em 8’ê Adarê digrin dest û pêşwazî dikin. Bi vê mebestê, hemû jinên ku jiyana xwe ji dest dane, em bi rêzdarî û hesret bi bîr tînin û em ê tim xwedî li mîrateya ku wan li dû xwe hişt, derbikevin.    Encamên polîtîkayên bijarte    Êrişên ku di sedala 21’mîn de li dijî jinan pêk tên ne asayî ne, wek encamên pergala serdest a zilaman, bi rêxistinkirî pêk tên. Di her serdemên ku polîtîkayên şer kûr dibin, nijadperestî pêş dikeve, xizantî zêde dibe, herî pêş keda jinan, laş û îradeya jinan hedef tên girtin. Qetilkirina jinan, cînayetên bigumanbar, polîtîkayên bêcezahiştinê û mekanîzmaya parastina kiryaran nîşan dide ku, jiyana jinan çawa bi rêk û pêk bê wate tê hiştin. Li gorî raporên fermî û yên xweser; her roj bi sedan jin bi destên zilaman tên qetilkirin, her roj di bin navê ‘biguman’ de cînayetên jinan pêk tên. Ev tablo, ne tabloyeke rashatî ye, yek ji encamên polîtîkayên bijarte ne.   Li dijî serdestiyê berxwedan    Hewl didin jinan li malan, li kargehan li kolanan, li kampus û her deverên jiyanê bi pergaleke ku kedê nabîne, xebateke bêewle rewa dîbîne, aboriya xweser red dike û tundiyê bi her aliyê ve pêş dixe, dorpêç bikin. Armanc ew e ku; neheqiyê mayînde bikin, jinan ji qadên jiyanê û siyasî dûr bixin û civakeke ku serî ditewîne bixin meriyetê. Em baş dizanin ku; ev rejîma ku hatiye asta qirkirina jinan, di heman demê de civaka demokratîk jî hedef digre. Li hemberî vê yekê, têkoşîna jinan jî sînorên herêmê derbas kir û di asta gerdûnî û dîrokî de dewam dike. Di vî warî de salên dawî wek serdemeke ku jin li qadan, li kolanan, li her deverên jiyanê gotina xwe mezintir kirin, li dijî serdestiya zilaman berxwedana xwe geş kirin, derket pêş.    Parastina wekheviyê   Rêhevalên hêja; şoreşa ku li Rojava bi pêşengtiya jinan derket holê, rastiyek nîşan da ku gelên cîhanê dikarin bi hev re, bi wekhevî û azadî bijîn. Ev tecrubeya ku pêwendiya azadiya jinê û azadiya civakê bi aşkare raxist li ber çavan, rast rast bûye hedefa feraseta şer a serdestiya zilaman. Lê belê, her êrişên ku li dijî şoreşa jinê ya Rojava pêk tên, li her çar parçeyên Kurdistanê, li cîhanê bi berxwedan û piştevaniyeke mezin hatin bersivandin. Wêrektiya jinan a ku sînoran nas nake, xeta berxwedanê afirand. Şoreşa jinê ya Rojava, modeleke civakî ye ku jiyana wekhev ava dike û wekheviyê diparêze.    Parastina Şoreşa Rojava   Lêgerîna azadiyê carna li qadan bi dirûşman, carna bi berxwedana dayikan, carna bi honandina kezî û porên jinan biwate dibe û belav dibe. Keziyên jinan di vî warî de nayê wateya şînê, wateya wê ew e ku; wek sembolekî hafizeya civakî zindî digre, berxwedan û rumetê mezintir dike. Lêgerîna yekitiya netewî û perspektîfa civaka demokratîk a ku îro dewam dikin jî, bi vê zanebûnê saz dibin. Em baş dizanin ku; hevkarî hêz e, rêxistinî pêşerojeke azad e. Rastiya Rojava vê rastiyê pir zelal nîşan dide ku, bi pêşengtiya jinan jiyanake azad û wekhev çawa tê avakirin û bi parastinê çawa mezintir dibe. Ji ber vê yekê; di parastina şoreşê de bi qasî avakirina wê, pêşengtiya jinê jî xwedî roleke mezin e. Li ser vê bingehê, em ê parastina Şoreşa Jinê ya Rojava û pêşxistina destkeftiyên şoreşê bidomînin. Li derdora vê armancê em ê her tim bi biryardarî bisekinin.    Yekitiya neteweyî   Lêgerîna jiyana demokratîk û wekheviyê ya ku bi pêşengtiya jinan li Rojhilata Navîn pêk tê, car din nîşan da ku bêyî jinan aştî û demokrasî ne mumkun e. Li hemberî feraset û polîtîkayên di navbera gelan de dijmintiyê armanc dike, bi banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de ragihand, pêvajoyeke nû dest pê kir. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo gelan û jinan bingeheke siyasî ya nû ava kir. Pêşxistina vê pêvajoyê jî, bi yekitiya netewî ya jinan û bi rêxistina jinan mimkun e.    Azadiya jinê...   Jinên hêja; Wek Meclisa Jinan a DBP’ê em civakbûyîna aştiyê li ser bingeha azadiya jinê digrin dest. Lewre, aştî ne tenê bidengkirina çekan e. Aştî, parastina mafê jinan, biewlekirina jiyana jinan û pêşxistina hemwelatiya wekhev û azad e. Her wiha aştî, ji siyaseta demokratîk re derî vekirin e. Ji ber vê yekê, ji bo pêvajo bi serkeftin bi encam bibe, ji bo birêz Abdullah Ocalan azad bibe û ji bo civaka demokratîk bi gavên şênber ava bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin.    Esasgirtina têkoşînê    Hafizeya jiyana komunal a ku li ser xaka bereket a li erdnîgariya Mezopotamyayê bi hezar sal in kêlî bi kêlî şîn bûye, îro di berxwedana jinan de car din jîn dide. Bi hêza ku em ji berxwedana Zagrosan, ji mîrasa çanda xwedawenda dayik digrin; em jiyana ku koletiyê ji me re rewa dibîne red dikin. Di çarçoveya bîrdoziya rizgariya jinê de em xweparastina cewherî pêş dixin, li dijî her êrişên ku li dijî jinan û xwezayê pêk tên, têkoşînê esas digrin. Em bi bawer in ku; azadiya ku di şexsê jinan de pêk bê, wê bi xwe re civakê jî azad bike û veguherîne. Jiyana azad tê wê wateyê ku; divê feraseta serdest a zilam jî di xwe de veguhertineke dîrokî pêk bîne. Jiyaneke azad û wekhev, encax bi pergaleke civakî ya ku zilam û jin bi hev re bihonînin, mimkun e.    Avakirina civaka demokratîk   Yekitiya Netewî ya Jinan meseleya herî stratejîk a vê serdemê ye. Ji nasname, bawerî, çand û gelên cur be cur yekitiya jinan a ku pêk bê; li dijî polîtîkayên dagirkerî û şer bersiva herî bi hêz e. Li der dora perspektîfa Konfederalîzma Jinan a Demokratîk, em li hember êrişên herêmî û kûrewî, bi berpirsyariya avakirina jiyana hevpar tevdigerin. Di vê 8’ê Adarê de jî em car din îlan dikin; berxwedana me çiqas mezin bibe, azadî jî wê ewqas belav bibe. Azadî çiqas belav bibe wê avakirina civaka demokratîk jî ewqas zûtir be.    Pêşerojeke azad û demokratîk   8’ê Adarê ji bo me jinan sedema têkoşînê ye; îlankirina îradeya me ya avakirina jiyana nû ye. Di serî de jinên Kurdistan û Rojhilata Navîn em bang li tevî jinên cîhanê dikin ku; werin em têkoşîna hevpar, berxwedana û pitevaniya xwe, her wiha rêxistinbûyina xwe û piş bixin, mezintir bikin. Bi hêza rêxistinkirî ya jinan ve em ê teqez pêşerojeke wekhev, azad û demokratîk ava bikin. Em bi hêvî û têkoşînê roja 8’ê Adarê ya tevahiya jinan silav dikin. Jin, jiyan, azadî.”