‘Divê statuya Kurdî bê nasîn’ 2026-02-19 09:03:30   Neslîhan Kardaş   ŞIRNEX - Rêvebera CUDÎ-DER’ê Evîn Kulja balkişand ser girîngiya perwerdehiya zimanê dayikê û got: “Divê ji pêşdibistanê heta zanîngehê bi zimanê dayikê perwerde bê dayîn.”   Ligel polîtîkayên înkar û îmhayê yên li ser Kurdan, bi salan e polîtîkayên asîmîlayonê tên meşandin. Polîtîkaya şerê taybet a li ser gel tê meşandin mînak herî mezîn e. Hewl tê dayîn ziman û çand bi gelê Kurd bê jibîrkirin û gel ji nasnameyê bê dûrxistin. Qedexe, astengî û mudaxaleyên îdarî her tim di rojevê de ne. Betalkirina bernameyên Kurdî, rakirina tabelayên Kurdî û xizmeta zimanê Kurdî bi hincetên ‘li dijî usulê ye’ tên redkirin. Zextên li ser Kurdî didomin. Parêzvanên me diyar dikin ku ev binpêkirina azadiya fikr û raman, çand û nasnameyê ye. Gelê Kurd bi salan e ji bo zimanê dayikê têkoşîna xwe didomînin.   Rêvebera Komelaya Cudî (CUDÎ-DER) Evîn Kulja der barê êrîşên li ser ziman û girîngiya zimanê Kurdî de nirxandin kir.   ‘Li ser Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê tên meşandin’   Evîn Kulja da zanîn ku gelê kurd bi salan e li ser axa xwe bi zimanê xwe dijîn û wiha got: “Em wek gelê Kurd bi zimanê xwe diaxivin û dijîn. Lê mixabin ji pêşdibistanê heta zanîngehê êrîş û asîmîlasyon heye. Li her derê polîtîkayên asîmîlasyonê tê meşandin.”   ‘Em her hestî bi Kurdî dijîn’   Evîn Kulja destnîşan kir ku ji bo ziman winda nebe, tune nebe berpirsyariya ewil dikeve ser milê dayikan û got: “Zarok di zikê dayikên xwe de bi Kurdî dest bi jiyanê dikin. Ji ber vê divê dayik bi zarokên xwe re Kurdî biaxivin. Em kêfxweşî, xemgîn û her hesta xwe bi Kurdî dijîn. Polîtîkayên asîmîlasyonê wisa pêş ketiye ku zarokên me dema dikevin karekî bi zimanekî biyanî diaxivin.  Em bi wî zimankî nabin xwe. Ji ber ku ew zimanekî biyanî ye. Li nexweşxaneyan em nikarin xwe bi zimanê xwe vebêjin.”   ‘Bila zarok bi çîrokên Kurdî mezin bibin’   Evîn Kulja wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo ziman tune nebe divê zarok ji temenê biçûk de Kurdî fêr bibin. Divê ewil ji dayikên xwe zimanê xwe fêr bibin. Berê pîrên me çîrok digotin. Bi zimanê me digotin. Niha jî divê bidome. Divê malbat bi zarokan re Kurdî biaxivin. Divê zarok bi çîrokên Kurdî mezin bibin. Divê statuya Kurdî bê nasîn. Divê zarok bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Divê ji pêşdibistanê heta zanîngehan perwerde bi zimanê dayikê bên dayîn.”