Dayika Aştiyê: Heta serokatî azad bibe dê têkoşîn bidome 2026-02-18 09:04:15   WAN - Dayika Aştiyê Hediye Koçak ya ku kurê wê di berxwedana Kobanê de şehîd bû da zanîn ku çareseriya pirsgirêka Kurd bi azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkane û got: “Bi rijandina xwînê aştî ne pêkan e. Gûh bidin serokatiyê. Heta serokatiya me bê berdan wê têkoşîn bidome.”   Gel ji 6’ê çile heta niha li dijî êrîşên HTŞ’ê û komên çete yên girêdayê Tirkiyeyê yên li ser Rojava  li berxwe didin û piştî berxwedanê di 30’ê Çileyê de peymana entegrasyona demokratîk û agirbestê hat îmzekirin. Lê tevî agirbestê dorpêça Kobanê di roja 27’emîn de didome. Kobanê ne îro berê jî ji aliyê  çeteyên DAIŞ’ê ve hedef hat giritn. Li dijî van êrîşan gelê Kurd tevli berxwedana Kobanê bû. Yek ji van kurê dayika Aştiyê Hediye Koçak, Serhat Koçak (Xwînreş Qurtay) bû. Serhat Koçak piştî tevli berxwedanê dibe, du meh şûnde di berxwedanê de şehîd dibe. Kurê wê yê din Îskender Koçak jî tevli têkoşîna azadiyê dibe. Hediye Koçak der barê komploya navneteweyî û duyemîn komploya navneteweyî ya li ser Rojava axivî.   ‘Komloya 15’ê sibatê vala hat derxistin’   Hediye Koçak da zanîn ku komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vala hatiye derxistin û wiha got: “Serokê me xwest gelê Kurd wek gelên din bijî.Serokatiya me her tim aştî xwest. îro jî ji bo aştiyê têdikoşe. Bahçelî got ‘bila statuya Kurdan bê nasîn’ lê dîsa komplo pêk anîn û êrîşî Rojava kirin. Li Rojava jin, zarok, sivîl qetil kirin. Ev komplo me mijara hiqûq û wijdanê ye. Ev êrîş bi tu awayî nayên qebûlkirin. Di 2014’an de jî Kobanê dorpêç kirin. Îro jî heman tiştî dikin. Li Rojava gelê me qetil dikin. Pêşî li aştiyê digirin. Ez bang li dewletan dikim; li Rojava aştiyê pêk bînin û dorpêçê rabikin.”   Kurê wê di 2014’an de di berxwedana Kobanê de têkoşîn meşand   Hediye Koçak da zanîn ku kurê wê Serhat Koçak (Xwînreş Qurtay) di 2014’an de di berxwedana Kobanê de şehîd bûye û ev tişt anî ziman: “Em dayikên aştiyê, aştiyê dixwazin û ji bo vê têdikoşin. Ji bo aştiyê em di 2014’an de çûn sînorê Kobanê me nobet girt. Kurê min jî bi min re dihat nobetê. Piştre ew jî çû Kobanê. Piştî çû du meh şûnde şehît bû. Ez li hember şehîdê xwe rêzdarim. Hemû şehîd zarokên me ne. Hemû şehîdên me ji bo min Serhat in. Zarokên me tên qetilkirin, tên girtin. Malên me, gundên me şewitandin. Ciwan ji bo hebûna xwe têdikoşin, desthilatdarî wan davêje zindanan. Ez bangli gelê Kurdistan û cîhanê dikim; Bila ji bo Rojava têkoşîna xwe bidomînin.”   ‘Em ê têbikoşin’   Hediye Koçak her wiha balkişand ser azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxuyakirin ku heta azadiya fîzîkî pêk neyê wê têkoşîna xwe bidomînin. Hediye Koçak wiha dawî lê anî: “Em aştiyê dixwazin ew şer ferz dikin. Gelê Kurd di vê rêyê de gelek bedel da. Keziyên jinên berxwedêr dibirin. Ji avahiyan de davêjin. Ne wijdan, ne ahlaq ne hiqûq maye. Zarokên me ji bo aştiyê şehîd ketin. Heta serokatiya me azad nebe wê têkoşîna me jî bidome. Tevî peyamanê dorpêça Kobanê didome. Divê demildest dorpêça Kobanê bê rakirin û peyman bikeve pratîkê.”