‘Her ciwanên ku dawî li jiyana xwe tînin ji bo me fermanek e’ 2025-11-03 09:05:11   Herdem Zîlan    ŞENGAL - Endama TAJÊ Besê Avesta têkildarî armanca pêngava "Xwe nekuje her xwe kuştinek fermanek e" de axivî û diyar kirin ku her ciwanên ku dawî li jiyana xwe tînin ji bo wan fermanek e û destnîşan kir ku bi rêya perwerdeyê jin û ciwan dikarin pêşiya xwekuştinan bigirin.   Bi pêşentiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Rêveberiya Xweser û Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê ji bo pêşîlêgirtina xwekuştinan ku di demên dawî de li Şengalê zêde bûye, di 30’ê Cotmehê de bi dirûşmeya "Xwe nekuje, her xwe kuştinek fermanek e" pêngavek hevbeş ragihandibû. Armanca esasî ya vê pêngavê li dijî xwekuştina jin, ciwan û mêran di nav civakê de avakirina hişyarî û çareseriyê ye.   Endama TAJÊ Besê Avesta têkildarî pêngavê ji ajansa me re axivî û got ku bi rêya perwerdeyê jin û ciwanên êzidî dikarin pêşî li van kiryarên xwe kuştinê bigirin ku bi destê aqlê dewletê û şerê taybet tên kirin.    ‘Di heqîqeta ola me de xwe kuştin guneh e’   Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Besê Avesta da diyarkirin ku di ola êzidiyatiyê de xwe kuştin nayê pejirandin û wiha got: “Van demên dawî de xwe kuştin pir zêde bûn e. Bi taybet êrîşên şerê taybet li ser ciwanan zêde ye. Ji ber vê jî wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî me pêwîstî bi pêngava xwe nekuje her xwe kuştinek fermanek e dît û me ragihand. Ji ber bi taybet ciwanên me xwe dikujin. Ez dikarim bibêjim ku her ciwanê ku dawî li jiyana xwe tîne ji bo me civaka êzidî wek fermanek e. Em bi taybet bang li jinên ciwan û xortan dikin ku van kiryarên xwe kuştinê ji holê rabikin û pê re têbikoşin. Jixwe di ola me êzidiyatiyê de xwe kuştina mirov heram e. Di heqîqetê de di ola me de ev kiryar naye qebûlkirin û guneh tê dîtin. Ev wek civak ji bo me gelek zehmet e.”    ‘Dewlet bi êrişên şerê taybet civaka me qir dike’   Besê Avesta bal kişand ser aqlê dewletê yê ku xwest bi fermanê civaka êzidî ji holê rabike û wiha pêde çû: “Aqlê dewletê tu rê li pêşiya ciwana nehiştiye û li pêşiya civakê nehiştiye. Ez dixwazim vê bînim ziman her tim li ser me civaka êzidî ferman rabûne û xwestine me qir bikin. Fermana herî dawiyê jî li pêşiya çavê cîhanê hat kirin. Aqlê dewletperest mêyzand civaka êzidî bi wan êrîşan nikare tune bike, qir bike, niha jî bi rêya aqlê xwe yê qirêj ku tu exlaqa civakî nehiştiye, bi rêya şerê taybet êrîş dike daku ciwanên me yê êzidî ji xwe re tu mafê jiyanê nas nekin û nizanibin serî li rêbazên xwe kuştinê bibin. Em wek civaka êzidî dixwazin bi wan re bibin alîkar armanca me ya destpêkirina vê pêngava xwe nekuje her xwe kuştinek fermanek e jî ji ber vê ye. Da ku ferdên civaka me bizanibin em dixwazin jiyana wan biparêzin û bi wan re bibin alîkar.”   ‘Jinên Êzidî dikarin bi rêya perwerdeyê têkoşîna xwe xurt bikin’   Di domandina axaftina xwe de Besê Avesta da xuyakirin ku bi rêya perwerdeyê jinên êzîdî û ciwanên êzidî dikarin kirinê pêşî li van kiryarên xwe kuştinê yê ku bi aqlê dewletê tên kirin bigirin û wiha got: “Ferman li ser serê civaka me êzidiya de hat lê îro ferdên civaka me ji ber aqlê dewletê tu rêyek ji xwe re nabînin û serî li xwe kuştinê, dawî li jiyanê anînê dibînin. Ferdên civaka me ya êzidî bi taybet jî jinên êzidî dikarin ji xwe re li cîhê xwe kuştinê, rêya jiyanek azad biafrînin û peyda bikin, dîsa bi xwe rêxistin kirinê û perwerdekirinê dikarin li pêşiya aqlê dewletê bisekinin û têbikoşin. Ev îrade, ev hêz û ev qewet li gel civaka me heye em bi hev re dikarin li beramberî her cûre êrîşên ku qirqirina civaka êzidî armanc dikin û jinên ciwan ji xwe re dikin amûr, bisekinin. Mirovên ku herî zêde xwe dikujin ji ber telefon û înternetê ye. Ger mirov 24 seatan medyaya mecazî bê armanc bikar bîne, xwe tune dike, jiyanê vala dihesibîne, di aliyê psîkolojîk de ji ber her di bin bombardimanek fikrî de ye.”   ‘Ji bo parastina jin, ciwan û civakê xwe nekuje’   Di dawiya axaftinê xwe de Besê Avesta bang li malbatan kir ku zarokên xwe perwerde bikin daku zarokên wan bibin xwedî îrade û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber vê jî berpirsyartiya herî mezin dikeve ser milê malbatan. Cihê ku malbat telefon bikin destê zarokên xwe bila pirtûka bixin destê wan û wan perwerde bikin. Em bangawazî li ciwanên xwe yê êzidî dikin ku xwe perwerde bikin û xwe pêş bixin. Da ku hûn di parastina civaka xwe de bibin xwedî rol û îradeyek. Em dûbare dibêjin armanca me ya destpêkirina pêngava ‘xwe nekuje her xwe kuştinek fermanek e’ ji bo parastina jin, ciwan û civaka me ye daku êdî ferman bi ser me civaka êzidî de ranebin. Xwe nekuje, her xwe kuştinek fermanek e.”