Ne îfadeya mexdûr a gumanbar esas tê girtin! 2025-11-03 09:04:06   Pelşîn Çetînkaya   AMED - Parêzer Çîgdem Ertak der barê xerakirina cezayê girtîgehê yê li alîkarê midûr Burak Ercan ku li Cizîrê destdirêjî li 43 xwendekarî kiribû de axivî û got: “Daraz di sûcê tundî û qetilkirinê de îfadeya mexdûr esas nagire û got: “Îfadeya gumanbar esas tê girtin û di vê bûyerê de ji ber gumanbar memûr bû jî polîtîka bêcezahiştinê pêk hatiye.”    Li seranserê welat bûyerên destdirêjiyê yên li hember zarokan her diçe zêde dibe. Mekanîzmayên cezakirinê jî li dijî van bûyeran ji gumanbaran re polîtîkaya bêcezahiştinê pêk tîne û ev jî dibe sedema giranbûna pirsgirêkan. Di 2022’yan de li Cizîr a Şirnexê, alîkarê midûrê Lîseya Anadolu ya Navendî Burak Ercan destdirêjî li 43 zarokî kiribû.Tevî ku bi dehan carî rûniştin hat dîtin, gumanbar Burak Ercan nehat cezakirin. Di 2024’an de di rûniştina li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê hat dîtin de ji sûcê ‘îstîsmara zayendî’ 3 sal û 9 meh ceza hat birîn û gumanbar hat girtin. Lê parêzerên gumanbar îtîraz kirin û 7’emîn Daîreya Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Amedê di Sibata 2025’an de biryar xera kir û ji nûve biryar dabû. Rûniştina duyemîn a dozê di 26’ê Mijdarê de tê dîtin.   Bertekên li dijî biryarê didomin. Parêzer Çîgdem Ertak der barê mijarê de axivî.   Îfadeyên mexdûran esas nayên girtin   Çîgdem Ertak da zanîn ku daraz û pergal îfadeyên mexdûran esas nagirin û wiha dirêjî dayê: “Di 2019’an de bi serlêdanên sûc re bûyerê întîkalê merciyên edlî û îdarî kirine. Em behsa 43 zarokî dikin. Em behsa sûcekî bi xof û binpêkirina maf dikin. Di vir de tişta em dibînin gumanbar memûrê dewletê ye û îfade, giliyê hinek zarokan esas nayên girtin. Ligel memûriyeta gumanbar, alîkarê midûrê dibistanê ye jî. Em di vir de behsa pêvajoyeke lêpirsînê ya bê bandor dikin. Biryara hatibû dayin ji îstînafê xera bû û vegeriya. Di meha mijdarê de wê rûniştin bê dîtin.”   ‘Pirsgirêkên ji şaşî û qelsiyan derdikevin holê’   Çîgdem Ertak diyar kir ku di sûcên tên kirin de merciya ku gumanbar lê ye ji aliyê darazê ve girîng tê dîtin û wiha got: “Gumanbar hat berdan û lêgerîna edaletê ya malbatên zarokan û mamosteyan mijara gotinê ye. Em di vir de behsa dosyayek şexsî nakin. Di dosyayên cînayet û tundiya li ser jinê de jî em pratîkên ku ne li gorî rastiya hiqûqî ye dibînin. Darizandinên demdirêj binpêkirinên mafan e. Pratîka binpêkirina maf a darazê bêcezahiştin e. Pratîka ku pêşî li edaletê digire ku bê cih, bêcezahiştin e. Li Cizîrê jî ev gav bi gav pêk hatiye. Refleksa dewletê li şûna mexdûr biparêze, gumanbar diparêze  ye.”   ‘Gumanbar bihata cezakirin wê zarok bihata parastin’   Çîgdem Ertak di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Bi qasî me ji çapemeniyê dîtiye gumanbar û zarok ev 14-15 roj in li heman dibistanê ne. Ev di alî zarokan de travmayek bi xof e. Tevî ku gumanbar gilî kirine û întîkalê merciyên têkildar bûye jî mamosteyê gumanbar hîna li dibistanê ye û ev ji bo zarokan travmayek bi xof e. Ger ku gumanbar bihata cezakirin wê zarok jî bihatana parastin.”