Ji 20 jinan 16 jê hîn di destê hêzên Talîbanê de ne 2026-09-28 16:03:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Li herêma Şah Doşamşîra ya Kabulê, 20 jin ji aliyê hêzên Talîbanê ve hatin binçavkirin. Digel ku 4 jin hatine berdan hêj 16 jinên din nehatine berdan. Hate ragihandin ku ev operasyon di çarçoveya zextên li ser cil û berg û mafên jinan de pêk hatiye.   Li herêma Şah Doşamşîra ya Kabul a paytexta Afganistanê, di 22yê Îlonê de 20 jin ji aliyê hêzên ‘Fermankirina Qencî û Qedexekirina Xerabiyê’ yên Talîbanê ve hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku ji 20 jinan, 16 jê hîn nehatine berdan û hate diyarkirin ku çar jin piştî kontrolkirina telefonên wan û wergirtina kefaletê ji malbatên wan, hatine berdan.   Berpirsên Talîbanê berê jî jin li kolanan ji ber nebicîhanîna rêziknameyên cil û bergên ferzkirî girtine. Qanûna ku ji hêla Talîbanê ve hatiye danîn ferz dike ku jin tevahiya laşê xwe veşêrin û dengên wan wekî “awrah” (beşên laş ên ku divê werin nixumandin) têne hesibandin.