Di fûarê de peyama girîngiya zimanê Kurdî 2026-09-28 09:03:19    Rojda Aydin    AMED - Jinên ku li standa 10’emîn Pirtûka Fûara Amedê de cih digirin destnîşan kirin ku fûara îsal ji bo wan gelek girîng e û bal kişandin ser girîngiya perwerdehiya zimanê Kurdî.   10'emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê ku ji aliyê Koma Pêşangehan a Tuyapê ve bi hevkariya Komeleya Weşangerên Tirkiyeyê û bi piştgiriya Odeya Bazirganiyê ya Amedê tê organîzekirin, di 26’ê Îlonê de dest pê kir û dê heta 4’ê Cotmehê li Navenda Pêşangeh û Kongreyan a Navneteweyî ya Mezopotamyayê berdewam bike. Di 10’emîn Pirtûka Fûaran de 125 weşanxane û rêxistinên civakî yên sivîl beşdar bûn. Fûar bi eleqeyek mezin berdewam dike.   Derbarê fûarê de jinên li ser standan cih digirin axivîn.   ‘Fûar ji bo zimanê Kurdî dê bibe danasînek’    Hevseroka Enstîtuya Kurdî ya Amedê Nesrîn Şanli, anî ziman ku wan wek çend saziyên ziman di fûarê de cihê xwe girtine û got, “Em dixwazin gelê me eleqeyekê nîşan bide ji bo zimanê Kurdî. Hemû pirtûkên me Kurdî ne. Dema gel eleqeyek mezin nîşan bide em ê gelek kêfxweş bibin. Dema em difikirin fûarên wisa ji bo pêşketina zimanê Kurdî gelek girîng e. Her sal çiqasî ev fûar bê lidarxistin em wek weşanên kurdî tên tevlî dibin. Lê fûara îsal gelek girîng e. Ji ber ku di hêla daxwaza ziman û perwerdehiya bi zimanê kurdî di nav gel de gelek tê xwestin. Ji ber vê yekê ev fûar ji bo zimanê kurdî dê bibe danasînek ji bo pirtûkan û weşanxaneyan.”   ‘Em dixwazin eleqeya ciwan û zarokan zêde be’   Nesrîn Şanli, destnîşan kir ku ew dixwazin bi taybetî ciwan û zarok eleqeyek mezin nîşanê zimanê kurdî bidin û wiha domand, “Di vê fûarê de dema ku em lê dinêrin weşanxaneyên ji bo ciwanan û zarokan hene. Di hêla weşanên kurdî de kêmasî tuneye. Bi tenê kêmasî ew e ku ciwan û zarokên me zêde eleqe nîşanê xwendina kurdî nadin. Sedema vê jî bi zimanekî din perwerdehiyê digirin ev jî bandorê li wan dike. Ger ku bi zimanê xwe perwerde bidîtana hewce nedikir em bang li wan jî bikin. Ew ê bi xwe bihatana eleqe nîşan bidana. Ji bo pêşeroja zimanekî bi taybetî bandora ciwan û zarok heye.”   ‘Hêviya me ji berê zêdetir e’   Nesrîn Şanli di dawiya axaftina xwe de got ku ew dixwazin ku mehê carê bernameyên bi vî rengî bên lidarxistin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo ku em bikaribin danasîna ziman bikin fûar girîng e. Bibe nebe di fûaran de pirtûk bala zarok, ciwan, jin û hemû gelan dikişîne. Ji bo hatina ba hev a di hêla zimanê kurdî de tiştekî gelek baş e. Dil dixwaze ku mehê carekê ev yek bê lidarxistin. Dema tiştek di nav gel de negere kêmasî çêdibin. Fûar dibe sedem ku bala ciwan û gelan bikişîne. Her wiha fûar dibe wesîle ku saziyî werin tevlî bibin. Di hêla zimanê kurdî de hêviya me gelek heye ku em ê bi ser kevin. Daxwaza perwerdehiya bi zimanê kurdî em ê bi dest bixin. Hêviya me ji berê zêdetir e.’   ‘Eleqeya ji bo zazakî gelek kêm e’    Hatîce Bozkoç a li Standa Weşanxaneya Wateyê jî da xuyakirin ku ev fûar ji bo wan gelek girîng e û wiha dom kir: “Gelek nivîskar îro li cihê fûarê ne û dixwazin hem pirtûkên xwe bidin naskirin û hem jî dixwazin bi xwendevanan re bên ligel hevdû. Ev fûar bi taybetî ji bo ziman gelek girîng e. Belê li fûarê eleqeyek heye, lê belê ev kêm e û têr nake. Em dixwazin ku ciwan û zarok bên pirtûkan bipirsin, nas bikin. Zarok tên bi taybetî pirtûkên ji bo ezmûnan dipirsin. Em dixwazin ku bila pirtûkên kurdî jî nas bikin û bixwînin. Em li vir pirtûkên zazakî difroşin. Lê belê eleqeya ji bo zazakî gelek kêm e. Di vir de girîngiya perwerdehiya bi zimanê kurdî derdikeve pêş. Ger ku zarok bi zimanê xwe perwerde bibînin dê karibin bi zimanê xwe pirtûkan jî bixwînin. Divê li dibistan û zanîngehan perwerdehiya bi zimanê kurdî bê dayîn. Divê her qada jiyana me bibe kurdî. Em di hêla hiqûqî de dixwazin ku zimanê me bê naskirin. Di cihên kar de bi zimanê kurdî bê axaftin. Dibistan û zanîngehan de bila êdî bi zimanê dayikê jî perwerde bê dayîn.”   ‘Divê em xwedî li zimanê xwe derkevin û bidin jiyîn’    Ji Weqfa Mezopotamyayê Sûrya Hûman jî destnîşan kir ku ew wekî gelên Mezopotamyayê bi sedsalan e ji bo jiyandina kurdî têdikoşin û got, “Sedema tevlêbûna me ya fûarê ew e ku kurdî li her derê bê dîtin. Eleqeya li hemberî kurdî kêm e, lê bi standên ku me vekirine em armanc dikin ku ev eleqe zêde bibe. Standên ku me li vir vekirine mîna medyaya dîjîtal li her derê tên dîtin. Ev jî dibe sedem ku kurdî li her derê xuya bike. Ji ber vê yekê ez dixwazim ku weşanên kurdî li van cihan cihekî mezin bigirin. Hem xuyabûna kurdî zêde dibe û hem jî dikeve rojeva Gelê Kurd. Zimanê kurdî bûye zimanê ku piranî kal û pîr diaxivin, lê ev ziman ne tenê zimanê kal û pîran e. Divê her kes ji bo ku zimanê xwe yê zikmakî bide jiyîn biaxive. Ev rewş me diêşîne. Em dixwazin ciwan bi zimanê xwe yê zikmakî bixwînin, binivîsin û bijîn. Em xebatên xwe ne ji bo qezenckirina dirav, lê belê ji bo jiyandina zimanê xwe yê zikmakî didomînin. Ev pirsgirêk tenê bi weşanxaneyan nayê çareserkirin. Divê em li her derê xwedî li zimanê xwe yê zikmakî derkevin, bikin rojeva xwe û bidin jiyandin. Heta ku em zimanê xwe nedin jiyandin, em ê mehkûmî tinebûnê bin.”