Ji bo pirtûka 'Çîrokên Jinên di Zindanan de' roja îmzeyê 2025-11-14 11:38:21   AMED - Pirtûka bi navê “Çîrokên Jinên di Zindanê de” ku ji 11 çîrokên jinên girtî yên zindanê pêk tê, roja 15’ê Mijdara 2025’an li ÇandAmedê bi rojeke îmzeyê re digihîje ber deste xwendevanan. Çalakî bi beşdariya jinên nivîskar û siyasetmedaran pêk tê.   Pirtûk bi kurdî hatiye amadekirin û ji 112 rûpelan pêk tê ku ji nav Weşanxaneya Aramê ve derçûye. Di pirtûkê de çîrokên bi destê jinên girtî, di bin şert û mercên giran ên zindanê de bi destnivîsa wan hatine nivîsandin hene. Taybetmendiya herî balkêş a vê pirtûkê ew e ku jinên girtî tevî hemû zehmetiyan bi hev re xebateke hevpar birêve birine û wekî berhem gihandine ber deste xwîneran.   Amadekarî û berhevkirina pirtûkê ji aliyê rojnameger û nivîskar Roza Metîna ve hatiye kirin. Edîtoriya wê jî ji aliyê nivîskar Enîse Şîrin û Roza Metîna ve bi hev re hatiye kirin. Pirtûk bi hevkariya Komîteya Jinan a PENa Kurd, MED-DER, Komeleya Wêjekarên Kurd, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hukumxwaran a Amedê hat çapkirin.    Jinên ku çîrokên wan di pirtûkê de cih digirin:  Besê Ozer “Şiyar”, Fatma Ozbay “Mirî Birîndar Nabin”, Xanim Yildirim “Xezal û Av”, Leyla Saraç “Zerya-Karwanê Meytan”, Medya Yaklav “Mişkê”, Melîke Kaya “Welatek”, Mizgîn Ronak “Çîroka Duyem”, Mulkiye Dogan “Hespên Hêviyê”, Necla Yildiz “Rêwîtî” û Suheyla Taş “Ji Xweliyê” di pirtûkê de hatine weşandin.   Di roja îmzeyê de pirtûk ji aliyê yek nivîskara wê Mizgîn Ronak û nivîskar û hevseroka Pena Kurd Rojbîn Perîşan, siyasetmedar Saliha Aydeniz û Gülser Yıldırım ve tê îmzekirin. Moderatoreya vê bernameyê jî Roza Metîna dike.   Amadekaran hemû pirtûkhezan û jinan vexwendin roja îmzeyê.   Bernameya roja îmzeyê:     - Dîrok: 15’ê Mijdara 2025’an, Şemî    - Seat: 14:00     - Cih: ÇandAmed (Navenda Çandê ya Sezai Karakoç) Qata 4’an