Li Amedê dê Mîhrîcana Zarokan bê lidarxistin 2025-09-22 16:06:35   AMED - Komeleya Pêşî Zarok û Ajansa Hevkariya Pêşketinê ya Katalan dê "Mîhrîcana Zarokan a Çandî" li dar bixin.   Komeleya Pêşî Zarok û Ajansa Hevkariya Pêşketinê ya Katalan dê "Mîhrîcana Zarokan a Çandî" li Amed di çarçoveya projeya xwe ya "Pêşxistina Kapasîteya Jin û Zarokan ji bo Parastina Mafên Jin û Zarokan bi rêya Hunerê" li dar bixin.   "Mîhrîcana Zarokan a Çandî" ku dê berhemên ku ji hêla zarokan ve di şeş mehên borî de di atolyeyên çandî, hunerî û afirîner de hatine hilberandin nîşan bide, dê di 26, 27 û 28'ê Îlonê de pêk were. Di Mihrîcanê de wênesazî, karikatur, şano, muzîk, atolyeyên cûr bi cûr û performansên cûrbecûr ên şanoyê hebin. Muzîkjenên Katalan ên ji hevkarên projeyê dê hem konserên solo bidin û hem jî atolyeyan bi zarokan re li dar bixin.