Roja ewil a bîranînê bi dawî bû

  • 17:37 8 Eylül 2026
  • Rojane
ENQERE - Roja yekemîn a bîranîna endamên Tevgera Azadiyê ya li Enqereyê bi dawî bû. Bîranîn dê sibe berdewam bike û di seat 13.30'an de bi dawî bibe.
 
Saziya Platforma Demokratîk ji bo endamên Tevgera Azadiyê ku li dever û di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê bi bîr tînê. Li eywana bîranînê wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane; Raziye Ay (Îsyan Ferman Şengal), Suat Çalpan (Ciwan Serhat), Nihle Buket Olmez (Berîtan Amed), Baran Ozturk (Baz Sîpan) Mehmet Aslantaş (Şoreş Konya) û Hasret Tusun (Asmîn Dorşîn) li ser flamayên kesk, sor û zer hatin danîn. Her wiha pankarta li ser, “Şehîd Rumeta me ne” dinivisî hat daliqandin.
 
Di roja yekemîn a bîranînê de bi sedan kesan serdana bîranînê kirin û sersaxî ji malbatan re xwestin. Malbatan jî li cihê bîranînê serdan qebûl kirin. Bîranîn di roja yekêm de bi serdanan bi dawî bû. Bernameya bîranînê dê sibe jî berdewam bike û di seat 13.30'an de bernameya bîranînê dê bi dawî bibe.