TJK-E’yê bertek nîşanê Almanya û Îngilîstanê da

  • 20:19 29 Mart 2026
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), têkildarî serdanên Colanî yên Ewropayê daxuyaniyek da û diyar kir: “Asayîkirina vê serdanê tê wateya meşrûkirina pêkanînên antîdemokratîk.”
 
TJK-E’yê derbarê hevdîtinên Colanî yên li Almanya û Îngilîstanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev xal hatin destnîşankirin: “Êrîşên 6’ê Rêbendana 2025’an ên li Şamê li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku Kurd lê dijîn, hewildaneke plankirî ya tunekirinê ye ku destkeftî û hebûna gelê Kurd dike hedef. Ev êrîşên li ser Rojava, bi eşkere armanc dikin ku vîna gel bişkînin û destkeftiyên hatine bidestxistin tasfiye bikin. Protestoyên ku li çar parçeyên Kurdistanê, Ewropa û gelek deverên cîhanê li dijî van êrîşan bilind bûn, nîşan dan ku gelê Kurd ne bi tenê ye. Her çend di encama zextên civakî û pêvajoya diyalogê ya neçarî de êrîş hatibin rawestandin jî, ev nayê wateya ku gef bi dawî bûye. Berevajî vê, pêvajo nazik û demkî ye.”
 
‘Mafên jinan tê xespkirin’
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “ Îdîaya ‘demokrasiyê’ ya hikûmeta demkî ya di bin pêşengiya Colanî de rastiyê nîşan nade. Bi taybetî dema mijar dibe jin, ev îdîa bi temamî hildiweşe. Jin wekî kesên wekhev nayên naskirin, mafên wan bi sîstematîk tên xespkirin û azadiya wan a rêxistinbûnê tê astengkirin. Ev rewş karakterê desthilatdariyê yê mêrsalar û zordar bi eşkere nîşan dide. Mîrasa dîrokî ya jinên Kurd ku di sala 2014’an de li dijî barbariya DAIŞ’ê li refên herî pêş li ber xwe dan, li ber çavan e. Tevî vê yekê, neanîna bin garantiya qanûnî ya hêzên xweparastinê û strukturên rêxistinî yên jinan, tercîheke siyasî ya zanebûnî ye û nayê qebûlkirin. Sîstema ku rêxistinên jinan li Rojava ava kiriye, ne tenê ji bo Kurdan; ji bo Durzî, Ereb, Tirkmen, Ermen û hemû baweriyan modela jiyana hevpar, azad û wekhev e. Ev rastî nayê paşguhkirin.”
 
Êrîş hevkariya sûc e
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çavgirtina li hemberî êrîşên li dijî Elewiyên Ereb û gelê Ermen, rasterast hevkariya sûc e û ev tişt hat gotin: “Windabûna bi sedan kesên ku di 6’ê Rêbendana 2026’an de ji aliyê HTŞ û DAIŞ’ê ve hatine revandin û agahînehatina ji rojnameger Eva Maria Michelmann û Ahmed Polat, nîşan dide ku ev avahî ji hesabdayînê dûr e. Rêveberiyek ku îdîaya demokrasiyê dike, heta ku cudahiyan nenas bike û vîna jinê qebûl neke, nikare bibe xwedî meşrûiyet. Heta ku rêxistinbûna azad a jinan nekeve bin garantiya destûra bingehîn, gotina ‘demokrasî’ tenê propagandayeke vala ye.
 
Pêkanînên dijdemokratîk in
 
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Divê serdana Colanî, ji bo berjewendiyên aborî nebe sedema nixumandina van rastiyan. Nexwe, ev serdan dê xizmeta meşrûiyeta navneteweyî ya avahiyeke antîdemokratîk bike. Çi bi destê Elmanya be çi bi destê Îngilîstanê, binpêkirina nirxan ji bo berjewendiyan tenê zextên li herêmê kûrtir dike. Di vê xalê de helwest zelal e: An dê li aliyê rastî, edalet û wekheviyê cih were girtin, an jî dê bi awayekî nerasterast piştgirî bidin polîtîkayên zext û înkarê. Divê hemû derdorên demokratîk li hemberî vê serdanê bêdeng nemînin. Bêdengî, erêkirin e.
 
Ji ber vê yekê divê her kes helwesteke zelal nîşan bide. Qebûlkirina jinê wekî wekhev û garantiya qanûnî ya hêzên xweparastinê yên jinan bingehîn e. Statûya civakî ya jinê, ji mafên takekesî wêdetir, di qada giştî de hêza temsîliyeta wekhev û çalak hewce dike. Ji bo avahiyeke demokratîk a mayinde, divê jin ne tenê pêkhatî, lê di astên biryardayînê de xwedî mafê gotinê yê wekhev bin.”