Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş hatin protestokirin 2024-10-27 18:19:26           NAVENDA NÛÇEYAN- Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrîşên Tirkiyeyê yên ji 23’ê Cotmehê ve berdewam dikin bi çalakiyan hatin protestokirin.   Yekîtiya Kedkaran a girêdayî TEV-DEMˈê, Meclîsa Bajarê Girê Spî, Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan, Desteya Perwerde û Fêrkirinê, Meclîsa Malbatên Şehîdan û Federasyona Gaziyên Şer a Kantona Firatê bi daxuyaniyên cuda êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.   Di daxuyaniyan de hate diyarkirin ku ev êrîş dijbertiya Tirkiyeyê ya li hemberî gelên têkoşer ên ewle dijîn, nîşan dide. Di daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û saziyên têkildar jî hat kirin ku li hemberî van êrîşan erkên xwe bi cih bînin û dawî li êrîşan bînin.   Reqa   Xwendekarên Zanîngeha El Şerq a li Reqayê jî bi daxuyaniyekê êrîş protesto kirin. Xwendekaran diyar kirin ku ew ê li hemberî van êrîşan têkoşînê berdewam bikin û gotin: “Ev êrîş karekî terorî ye, li dijî hiqûqa mafên mirovan e, di heman demê de aloziya mirovî mezintir dike.”   Minbic   Di daxuyaniya Yekitiya Karker û Kedkaran a Kantona Minbicê de hate gotin, bêdengiya civaka navnetewî ya li hemberî êrîşan dê rewşa mirovî û ya debarê aloztir bike. Di daxuyaniyê de bang li her kesî hat kirin ku li hemberî van êrîşan bikevin tevgerê û dawî lê bînin.   Heleb   Meclîsa TEV-DEMˈê ya Helebê ji bo şermezarkirina êrîşên Tirkiyeyê daxuyaniyek da. Daxuyanî li Taxa Şêxmeqsûdê ji aliyê rêveberê TEV-DEMˈê Mirî Şiblî ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin, Tirkiye sûdê ji mijûlbûna cîhanê bi şerê Îsraîl, Hemas û Hizbullahê digire û êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.   Şehba   Tevgera Civaka Demokratîk û Yekitiya Esnafan ên Kantona Efrîn-Şehbayê jî daxuyaniyek hevbeş dan.   Hevserokê Yekitiya Esnafan Mihemed Weysî yê daxuyanî xwend, diyar kir ku Tirkiye bi van êrîşan dixwaze ewlehiya herêmê û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de têk bibe.   Di daxuyaniyê de bang li tevahî rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku erkên xwe bi cih bînin û li dijî van êrîşan piştgiriyê bidin gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.   Partiya Lîberal a Kurd li Sûriyeyî jî daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Berdewama şerê qirkirinê yên dewleta Tirk li ser gelê me, berdewama zihniyeta wê ya faşîst e. Bêdengiya li hemberî êrîşê xaleke reş e li ser eniya hêzên navnetewî.   Di daxuyaniyê de peyama piştgiriyê ji bo Rêveberiya Xweser û QSDˈê hate dayîn.