Konferansa KNK’ê: Kurd ji NY’yê temsîliyet û statuyê dixwazin

  • 14:03 3 Ekim 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo ku Kurd di qada Neteweyên Yekbûyî (NY) de temsîliyet û statuyeke navneteweyî bi dest bixin, li ser banga KNK’ê konferansek hat lidar xistin. Ev konferans îro dest pê kir.
 
Ji bo ku li cem Neteweyên Yekbûyî (NY) temsîliyet û statuya navneteweyî ji bo Kurdan bê xwestin, bi banga Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li Brukselê konferansek hat lidar xistin.
 
Konferans li Zanîngeha Vrije ya Brukselê (VUB) çêbû. Ji çar parçeyên Kurdistanê û gelek welatên cîhanê nûnerên partiyan, akademîsyen û pisporên hiqûqê beşdar bûn.
 
Di konferansê de pisporê hiqûqê yê Emerîkî Barry Fisher, akademîsyenê ku li NY’yê xebitiye Miloon Kothari, Wezîrê Derve yê berê yê Îzlandayê Ogmundur Jónasson û pispora hiqûqa navneteweyî Coni Ledesma cih girtin.
 
Di konferansê de dê li ser gavên ji bo temsîliyeta 60 milyon Kurdan bên nîqaşkirin. Konferans bi sirûda Ey Reqîb û rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Fehmî Vergîlî, Nîlufer Koç û Wirya Qaradaxî ji bo dîwanê hatin hilbijartin.
 
Nîlûfer Koç, got ku Kurd nêzîkî sedsalekê ye bê statû û bê temsîliyet hatine hiştin û got ku armanca konferansê nîqaşkirina temsîliyeta navneteweyî ye û KNK’ê nêzîkî salekê ye li ser vê mijarê dixebite.
 
'Di saziya navneteweyî de temsîliyet tune ye'
 
Hevseroka KNK’ê Zeynep Murad got ku wan salekê bi partî û saziyên Kurdistanê re hevdîtinên dîplomatîk kirine û wiha axivî: “60 milyon Kurd li ser axa xwe bi çand û nasnameya xwe dijîn, lê di saziyeke navneteweyî de temsîliyeta wan tune ye. Îro em ê li ser vê mijarê nîqaşê bikin.”
 
'Divê helwestek neteweyî ya hevpar hebe'
 
Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamus, jî got ku ev konferans ji bo têkoşîna gelê Kurd dîrokî ye. Karamus, diyar kir ku daxwaza statû û temsîliyeta li NY’yê bûye rojeva hemû Kurdan û wiha got: “Îro roja dîrokî ye di têkoşîna gelê Kurd de. Îro roja ku statuya gelê Kurd di mejiyê çar parçeyan de zelal dibe ye. Çar parçeyên Kurdistanê li NY’yê temsîliyet û statuyê dixwazin.”
 
Karamus, bal kişand ser guherînên li cîhanê û Rojhilata Navîn û got ku di vê pêvajoyê de hem derfet hem jî xetere hene. Karamus, teqez kir ku divê Kurd di nav yekitiyê de bin.
 
Karamus, da zanîn ku ji bo serlêdana NY’yê li Rojava, Bakur, Başûr û Ewropayê bi partî û saziyan re hevdîtin hatine kirin. Karamus, got ku hevdîtinên li Başûrê Kurdistanê bi taybetî yên li Silêmanî, Hewlêr û Qendîlê pir erênî bûn û wiha domand: “Cara yekem e ku em bi hemû partî û rêveberiya Başûr re civiyan. Hêviyeke mezin çêbû. Derfet çêbû ku em di vê pêvajoyê de bi hev re tevbiger in. Hevdîtin cara yekem ewqas erênî derbas bûn.”
 
Karamus, got ku bingeheke baş ji bo xebata hevpar çêbûye û xebat dê berdewam bikin. Karamus, axaftina xwe wiha temam kir: “Em bi hêvî ne. Em bawer dikin ku em ê di demek nêz de mizgîniyên xweş bi gelê xwe re parve bikin.”
 
Temsîliyet û statuya li NY'ê
 
Di konferansê de temsîliyeta hiqûqî û siyasî ya Kurdan tê nîqaşkirin.
 
Hedefa bidestxistina statuya çavdêriyê li NY’yê û xebatên dîplomatîk di rojevê de ne. Her wiha gavên ji bo helwesteke hevpar a partiyên Kurd tên axaftin.
 
Konferans bi pêşkêşiyên pisporên hiqûqê û mafên mirovan berdewam dike.