'Divê jin bibin şopdarên pêkanîna qanûnê' 2026-08-21 09:06:16   ENQERE - Endama Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya min bi Aştiyê Heye, akademîsyen Yasemîn Ozgun, bal kişand ser kêmasiya perspektîfa demokratîkbûnê û got: "Divê jin di her qonaxa pêvajoya aştiyê de xwedî deng bin û beşdarî mekanîzmayên biryardanê bibin."   Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê nêzî 2 sal in rojeva serek "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" e. Qanûna Çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” ku ji 12 xalan pêk tê bi 467 dengan di Desteya Giştî ya Meclisê de hat erêkirin û bû qanûn. Qanûn bi îmzeya Serokkomar Tayîp Erdogan di Rojnameya Fermî de hat ragihandin. Ji bo sepandina qanûn dê li benda rapora teyîd û tespîtê ya Desteya Ewlehiya Mîllî (MGK) be sekinandin û piştî rapora MGK'ê qanûn dê bikeve dewrê. Qanûna çarçoveyî ya li gor rapora Komîsyona Meclise ya ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatiyê amadekirin dê qanûneke demkî be û 6 mehan bê sepandin. Dirêjkirina dema qanûnê jî dê giredayî Serokkomariyê be. Piştî qanûna çarçoveyî dê vê carê li gor xala 7'an a rapora komîsyona meclisê, gavên demokratîk û sererstkirinên qanûnê bên kirin.   Her çend ji bo bicîhanîna qanûnê sê komîteyên cuda werin avakirin jî, komîteya yekem, ku ji aliyê Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz ve tê birêvebirin, hatiye avakirin. Di berdewamiya pêvajoyê de ku tê payîn komîsyonên ku di bin serokatiya Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş de, bi beşdariya partiyên siyasî werin avakirin, beşdarbûn û temsîliyeta jinan di pêvajoyê de wekî yek ji mijarên girîng tê destnîşankirin. Di nîqaşên pêşnûmeyê de li Komîteya Edaletê, DEM Partî pêşniyar kiribû ku temsîliyeta jinan di avakirina komîteyên binî de were hesibandin û ji bo ku hewcedarî, ezmûn û daxwazên jinan li ber çavan werin girtin, komîteyek jinan a taybet were avakirin.   Endama Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya min bi Aştiyê Heye, akademîsyen Yasemîn Ozgun, têkildarê mijarê ji ajansa me JINNEWS'ê axivî.    'Bi eşkereyî behsa kurdan nake'   Yasemîn Ozgun, da zanîn ku qanûn bi awayekî nepenî hebûna gelên cûda qebûl dike û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Di dawiyê de, her çend qanûn behsa 'hevgirtina neteweyî' dike jî, ew jiyanek wekhev û hevpar di nav sînorên neteweyî de rave nake. Di şûna wê de, ew gotarek 'hevgirtinê' ava dike. Lêbelê, ne diyar e ku ev hevgirtin dê di navbera kê de were damezrandin. Ji ber ku nivîs bi eşkereyî behsa Kurdan nake. Wekî din, ew texmîn dike ku entegrasyona civakî jixwe heye û tenê li ser xurtkirina wê nîqaş dike. Bi vî rengî, xuya ye ku qanûn bi bingeha qanûnî û statûyên cûda yên ku şert û mercên vegerê bo Tirkiyeyê dê werin rêkûpêk kirin ve sînordar e, ne ku aliyên siyasî û civakî yên pirsgirêkê çareser bike."   'Bendên ku pirsgirêkan holê rake nîne'   Yasemîn Ozgun behsa kêmasiyên qanûnê kir û tekez kir ku hiştina kontrola pêvajoyê tenê ji bo hikûmetê, bicihkirina şertên berdana bi çavdêrî di rêziknameyan de û nebûna perspektîfek li ser demokratîkbûnê kêmasiyên girîng in û wiha got: "Em behsa pirsgirêkek dikin ku ji sedsalekê zêdetir e berdewam dike û destnîşan kir ku di nivîsa qanûnê de tu bendên ku armanc dikin ku şert û mercên dîrokî, siyasî û civakî yên ku bûne sedema pirsgirêka Kurd ji holê rakin, tune ne."   'Hin bend astengiyek mezin in'   Yasemîn Ozgun qanûnê wekî gavek girîng ber bi aştiyê ve bi nav kir, tevî kêmasiyên xwe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di vê wateyê de, ew ne qanûnek e ku were paşguh kirin an jî bi tevahî li dijî wê were derketin. Di dawiyê de, ew nîşan dide ku têkoşîna ji bo aştiyê, ji bo demokratîkbûna rastîn û ji bo çareserkirina demokratîk a pirsgirêka Kurd divê berdewam bike. Her wiha madeyên berdana bi çavdêrî hene, wek 'nekirina sûcên terorîstî.' Bê guman, ev astengiyek mezin e."   'Divê Qanûna Dijî Terorê bê betalkirin'   Yasemîn Ozgun, destnîşan kir ku ji bo pêkanîna aştiyê tekez dikin ku pêdivî ye "Qanûna Dijî Terorê" were betalkirin û siyaset bê krîmînalîzekirin û wiha bi lêv kir: "Vegera serweriya hiqûq û demokrasiyê, berî her tiştî, tê wateya misogerkirina mercên ji bo meşandina siyasetê bi awayekî azad li ser vê bingehê. Lêbelê, ev merc hîn nehatine afirandin. Heta ku Qanûna Dijî Terorê di meriyetê de bimîne, xetera ku çalakiyên siyasî bi hêsanî bikevin bin çarçoveya wê û mirov ji ber çalakiyên xwe yên siyasî werin cezakirin, dê berdewam bike."   'Divê jin pêvajoyê bişopînin û tevlî bibin'   Yasemîn Ozgun girîngiya şopandin û tevlîbûna jinan di pêkanîna qanûnê de tekez kir û wiha domand: "Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya min bi Aştiyê Heye ji bo xurtkirina dengê jinan di pêvajoya aştiyê de û ji bo ku daxwazên wan werin bihîstin hate damezrandin. Me bi pênc daxwazên bingehîn dest pê kir. Me got ku divê Qanûna Dijî Terorê were rakirin, divê siyaset bê krîmînalîzekirin û divê pratîka tayînkirina qeyûman bi dawî bibe. Ji ber ku li cihê ku qeyûm hene, mirov nikare bi rastî behsa aştî an demokrasiyê bike. Girtiyên nexweş bi salan e li benda berdanê ne û bi pratîkî di girtîgehan de tên hiştin ku bimirin. Zirara ku ji ber nexweşiyên ku di şert û mercên girtîgehan de xirabtir dibin çêdibe pir caran nayê telafîkirin. Ji ber vê yekê, me daxwaza berdana tavilê ya girtiyên nexweş û rawestandina operasyonên sînor-derbasbûnê kir.    Me daxwaza avakirina pêvajoyek aştiyê kir ku jin rasterast tê de beşdar bibin, bidawîanîna polîtîkayên bêcezatiyê, eşkerekirina şîdeta bi cilên yekreng, rûbirûbûna bi sûcdaran re û darizandina berpirsiyaran. Îro, em şahidê pêkanîna van hemî daxwazan in. Em têkoşîna xwe didomînin da ku veguheztina wê misoger bikin."